Meclîsa Şaredariya Bajarê Rana yê Norwêcê amadekariyan dike ku li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwestê nîşan bide.
Di pêşnûmeyê de ku endamê meclîsa şaredariyê Alf Helge Straûmfors ê ji Partiya Sor pêşkêş kir, tê xwestin ku hikumeta Norwêcê dagirkeriyê şermezar bike û zextê li Tirkiyeyê bike ku leşkerên xwe ji Bakurê Sûriyeyê vekişîne.
Straûmfors pêşnûmeya xwe bi gotarekê ragihand ku ji rojnameya Ronabladetê re nivîsî.
Straûmfors diyar kir ku dema dawî gelek Kurd û Sûriyeyî li Ranayê bi cih bûn û destnîşan kir ku Kurd û Sûriyeyî ji ewlekariya xizmên xwe yên li herêmên Tirkiyeyê dagir kiriye bi fikar in.
Straûmfors ji ber vê yekê ji şaredariyê xwest ku biryara piştevaniya gelê ku xaka wan hatiye dagirkirin bike.
Straûmfors destnîşan kir ku hêzên Kurd di têkoşîna dijî DAÎŞ’ê de tevî hevalbendên xwe serketineke mezin afirandin û bi bîr xist ku 11 hezar şervanên xwe di vê têkoşînê de feda kirin.
Straûmfors xwest ev pêşniyar bê qebûlkirin:
“Şaredariya Rana dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Bakurê Sûriyeyê şermezar dike. Ji hikumeta Norwêcê dixwaze ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirkiyeyê û vekişandina leşkerên wan ku endamekî NATO ye hemû erkên xwe bi kar bîne.”
Beriya niha hin şaredariyên li Nordland û Sortlandê jî pêşnûmeyên bi heman rengî qebûl kiribûn û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar kiribûn.