Arîkarê, Serokê Koma HDP’ê Sarûhan Olûç, diyar kir ku, ew êşên dayikên li pêşiya avahiya HDP’a Amedê rûniştine fêm dikin û got: Lê navnîşana rast devê deriyê AKPê ye.

Olûç dazanîn ku, Erdogan hestên malbatan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û navnîşanê şaş nîşanî malbatan dide.

Sarûhan Olûç, ji ajansa nûçeyan ANFê re axivî û got: Rojeva me ya sereke desteserkirina şaredariyan û erkdarkirina qeyûman e. Tifaqa faşîst ya desthilatdar, hiqûq û demokrasiyê ji holê rakiriye. Şaredariyan desteser dike, bijartiyan ji kar dûr dike. Biryarên dide teva ne hiquqî ne, siyasî ne. Desthilatdariyê di hilbijartinan de winda kir, niha zorê bi kar tîne û îradeya gel xesp dike.

Olûç bal kişande ser êrîş û provakasyonên li dijî HDP’ê û got: Ji bo dayikên li Kurdistan û Tirkiyê negirîn, em kar dikin, em ji bo aştî û azadiyê têkoşinê dikin. Em êş û xemgîniya malbatên li pêşiya avahiya HDPê jî fêm dikin. Em ligel Dayikên Aştiyê, Dayikên Şemiyê cih digirin. lê navnîşan êşa dayikan, ne HDP ye. yên ku şer dijwar dike, dibe sedema kuştina zarokên Kurd û Tirkan, dibe sedema êşa dayikan AKP û MHP ye. AKP û MHP hemû riyên çareseriyê girtiye û polîtîkaya şer xistine dewrê.

Olûç got: Malbatên ku dixwazin zarokên wan vegerin malê, divê biçin ber deriyê AKP’ê. Bila hemû malbat daxwaza rawestandin şer bikin, em ji bo çareseiryê amade ne, lê faşîzma AKP/MHPê sînor jî derbas kirine û şer dijwar dike. AKP û Erdogan êşên dayikan ji nedîtî ve tê, êş û rondikên dayikan ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne.