Li hemberî biryara Amerîkayê ya li dijî pêşengên PKK’ê, nerazîbûnek jî, ji Şengalê hat. Têkildarî mijarê li ser navê meclîs, sazî-dezgeh û gelê Şengalê daxuyaniyek nivîskî hat dayîn û biryar bi tundî hat şermezarkirin.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek meclîs, sazî û gelê Şengalê biryara Amerîka ya li ser hersê şoreşgerên gelê Kurd bi tûndî şermezar û riswa dikin.

Di dema êrîşên sala 2014’an de û bi tayebet di dema fermanê de me wek gelê Êzidî bi xwe helwesta Amerîka jî dît. Niha jî me helwesa Amerîka ya li dijî hersê şoreşgeran jî dît.

Amerîka heya roja îro li hemberî êrîşa ser gelê me tu helwestek nîşan nedaya. Lê bi saya fikra azad û têkoşîna hersê rêveberên PKK û KCK’ê gelê me têkoşînek bêhempa meşand. Di oxira rizgarkirina keç û dayikên me de bi dehan şehîd dan.

Li şûna ku Amerîka biryarek wisa sosret bide, dikarîbû bal bikişîne ser rizgarkirina bideh hezaran mirovan ji fermana sala 2014’an ya li ser gelê Êzidî.

Em careke din wek gelê Şengalê bi tevahiya saziyên xwe ve diyar dikin ku ev biryar dikeve xizmeta dijminên gelê Kurd û bi taybet dijminên gelê Êzidî.

Heta ku ew rojên bi êş di bîra me de bin, em ê bi hemû hêza xwe bi fikra azad û şoreşgerên xwere bin. Em dibêjin ev biryar têkoşîna me lawaz nake, wê bihêztir bike.”