Cenazeyê endama HPG’ê Mercan Erkol (Berîtan Tolhildan) ku di 16’ê mijdara 2017’an de li herêma Zozanên Şênê ya di navbera navçeya Pasûra Amedê û Mûşê de di şer de şehîd bûbû.

Tevî hemû hewldanan jî hê jî cenaze nedane malbatê.

Malbatê piştî ku di 17’ê adara 2019’an de hîn bû ku Erkol şehîd ketiye, des bi serlêdanên bo Fermandariya Cendermeyan a Amedê kir.

Di pey re bi riya Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê kete nava hewldanan û ji bo testa DNA’yê li Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcleyê xwîn da.

Fermandariya Cendermeyan a Bajêr, piştî 4 mehan li Erkol geriya û got ku dikarin bên cenaze wergirin.

Li ser vê yekê Erkol ê ji Wanê çû Amedê, bi leşker û polîsan re çû Goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê.

Lê dozgeriyê bi hinceta 3 cenaze kirine heman gorê û ne diyare aydê kê ne, biryar da ku gora hatibû vekirin dîsa bê girtin.

Kekê Mercan Erkol, Ercan Erkol diyar kir ku ji bo cenazeyê xwişka xwe bigirin bi salane têdikoşin û wiha got:

Ev 6 salin li bendê ne ku encama testa DNA’yê diyar bibe.

Ev rewş li dijî malbatê veguheriye îşkenceyeke sîstematîk, her tim bi heman hincetan me mijûl dikin.

Birayê şehîd bêrîtan Tolhildan Ercan got:

Ev polîtîkayên çavtirsandinê wê negihên armanca xwe. Êdî em dixwazin cenazeyê xwe bigirin.

Bila vê bizanin ku zarokên vî gelî ne bêkes in. Xwişka min ne bêkes e.

Bila desthilat êdî dest ji vê polîtîkaya xwe berde.”