Saziya mirovî ya bi navê Mam Humanitarian Foundation (MHF) bi zor û zehmetî xwe gihand Wargeha Penaberan a Rustem Cûdî (Mexmûr) ku 10 meh in ambargo li ser heye.
Wargeha Penaberan a Mexmûrê 10 meh in di bin ambargoyê de ye. PDK rê nade bi ti awayî tiştek derbasî wargehê bibe. Her wiha êrîşê dewleta Tirk a dagirker jî li ser wargehê didomin. Saziya mirovî ya bi navê Mam Humanitarian Foundation (MHF) alîkariya ku ji erzaq û dermanan pêk dihat da wargehê. Tevî astengiyên bendên kontrolê yên PDK’ê jî alîkarî derbasî wargehê hate kirin.
Têkildarî mijarê berpirsê saziya MHF’ê Felal Salah Abdulah û Hevseroka Meclîsa Gel a Mexmûrê Çîçek Cengiz axivîn.
Hevseroka Meclîsa Gel ya Mexmûrê Çîçek Cengîz ji ber alîkariyê spasî li saziya mirovî MHF’ê kir û wiha got; “Em bang li her kes û saziyên xêrxwaz hemûyan dikin ku destê xwe yê alîkariyê dirêjî hemû gelên ku pêwîstiya wan bi alîkariyê heyî bikin.”
‘EM Ê ALÎKARIYÊ BIDOMÎNIN’
Berpirsê dezgehê mirovî yê MHF’ê Felah Salah Abdulah jî û anî ziman ku ew kêfxweşin ku wan erka xwe bi cih anî û got: “Me alîkariya Dezgeha Mirovî a Mam gihand wargeha Mexmûrê ya ku xelkê Bakûrê Kurdistanê lê dijîn. Wargeh di hemû aliyan de di bin ambargoyê de ye.”
Abdulah destnîşan kir ku ew ê alîkariya xwe ji bo başûr û beşên din yên Kurdistanê bidomînin.
Felah Salah Abdulah bang li Hikûmeta Iraqê, Hikûmeta Herêmê, Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kir ku alîkariyê bidin wargeha penaberan a Mexmûrê.
‘MEXMÛR DI REWŞEKE GIRAN DE YE’
Endama Komîteya Têkiliyên Derve Neda Ehmed Mihemed jî ji ber alîkariya Dezgeha Mîrovî ya Mam spasî kir û wiha axivî: “Wargeha Mexmûrê di rewşeke pir giran de ye. Nêzî 10 mehe ambargoyek li ser wargehe heye. Bi vê wesîleyê banga me ji bo hemû saziyên mafê mirovan û Hikumeta Navendî ya Iraqê heye ku bi erka xwe rabe.”
Piştî axaftinan berpirsê Dezgehê Mirovî a Mam Felah Saleh Abdulah û Hevseroka Meclîsa Gel a Wargeha Mexmûrê Çîçek Cengîz belgeya spasnameyê dan heyetê.