Nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên Wanê diyar kirin ku ji bo şer bi dawî bibe û aştî pêk bê, tekane rê hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re ne.

Serokê Egîtîm Sen a Wanê Mûrat Atabay got: “Polîtîkayên şer ên li Tirkiyeyê, bi taybet jî di demên dawî de dijwarbûna şer û polîtîkayên şer êdî weke tiştekî asayî tê dîtin. Ev rewş û polîtîkaya tecrîdê heman tişt e. Ev şer û tecrîd nahêle birêz Ocalan bikare rola xwe bilîze.”

Berdevkê Demê yê Platforma Demokrasî û Kedê ya Wanê Mîhaîl Atîk jî anî ziman ku li welêt pergaleke heye ku pirsgirêkan çareser nake. Di bingeha gelek pirsgirêkên li Tirkiyeyê de tecrîd heye. Di şexsê birêz Ocalan de tevahiya girtîgehan tecrîd dikin û ev yek pirsgirêkeke mezin e. Heke hevdîtin bên kirin dê rewşa welat pir biguhere û tu pirsgirêk namînin.”

Serokê Sendîkaya Teqawidan (Emeklî-Sen) a girêdayî Konfederasyona DÎSK’ê ya Wanê Tîmûr Sayyîgît jî got: Ji bo bidawîbûna tecrîdê divê berxwedana li girtîgihan bigihije armanca xwe.