Saziyên civaka Êzidî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke hevpar li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker banga lezgîn kirin û ji her kesî xwest ku li dijî faşîzma AKP-MHP’ê rabin ser piyan.
Navenda Yekîtiya Komelên Êzidiyan (NAV-YEK), Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ), Meclîsa Şengalê ya li Derveyî Welat (MŞD), Yekîtiya Êzidiyên li Sûriyeyê (YÊS), Hevgirtina Ciwanên Êzidî (HCÊ), Navenda Çanda Êzidxanê (NÇÊ) û Koordînasyona Meclîsên Gundên Êzidiyên Bakurê Kurdistanê (KMGÊBK) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li Şengal, Mexmûr û Qendîlê daxuyaniyeke hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku hikmeta faşîst siyaseta xwe ya tunekirinê, bi qirkirina fîzîkî û çandî dixwaze bi encam bike.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Bi taybetî li dijî civaka me ya Ezidî ev êrîş tên wateya ragihandina dijminatiyê li ser bingeha berdewamiya hişmendiya çeteyên DAÎŞ’ê.
Bi ti awayî faşîzma AKP û MHP hebûn û azadiya Êzîdiyan tehemul nekiriye û nake. Bi hemû awayan hewl didin civaka Êzidî ku bi rûmeta xwe ve girêdahî ye û di vegera cîh û warê xwe bi israr e, bi van êrîşan bide çewisandin. Erka me jî ew e ku em bi hêz, xîrêt û tifaqa xwe li dijî vê faşizmê berxwedanê mezin bikin u vê faşîzmê têk bibin. Li ser vê bingehê bi taybetî îro (15.06.2020) saet 17:00 li seranserê cîhanê li hemû navendên Ewropayê-Elmanyayê çalakî tên lidarxistin.
Em bangawaziya civaka Êzdiya û dostên civaka me dikin ku bi hemû hêza xwe derbikevin qadan û têkoşîna xwe ya demokratik a xîretê û ji bo azadiyê xurt û geş bikin.”