Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî bal kişand ser zêdebûna gefên li ser Şengalê û ji bo xwedîderketina li Şengalê banga seferberiyê kir. Ji bo çalakiya îro ya li Celleyê jî banga tevlîbûnê kir. Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan jî heman bang kir.

Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) ji ber zêdebûna gefên li ser Şengalê daxuyaniyek da.

JI BO ŞENGALÊ BANGA SEFERBERIYÊ

Di destpêka daxuyaniyê de hate gotin, “Li ser daxuyanî û banga Desteya Rêveber a Xweseriya Demokratîk a Şengalê, em jî weke Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî banga seferberiyê li tevahiya civaka Êzidî û gelên Kurdistanî dikin.”

Di daxuyaniyê de lihevkirina rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê hate bibîrxistin û hate ragihandin ku di serî de Asayîşa Êzidxanê zextên li ser saziyên xweparastin û rêveberiyê yên li Şengalê vê dema dawiyê zêde bûne.

SMJÊ bal kişand ser konê ku li ber Navenda Asayîşa Êzidxanê hatiye vedan ku 100 roj in li gel gef û zextê jî xelkê Şengalê xwedî li asayîşa xwe derdikeve û wiha dewam kir, “Bi pêşengiya jinên Şengalê, ji bo qebûlkirin û naskirina îradeya xweser a gelê Şengalê, bi rayedarên pêwendîdar re hevdîtin hatin kirin, rêya diyalogê hate ceribandin. Jinên Êzidî yên li Şengalê û derveyî welat, bi ti awayî desteserkirina destketiyên Şengalê qebûl nakin. Jinên Êzidî wê nehêlin ku êş û azarên 3’ê Tebaxa 2014’an bên dubarekirin.”

SMJÊ diyar kir ku êriş û gefên tên kirin li dijî tevahiya civak, dîrok û xelkê Êzidî ye û li ser vê bingehê banga xwedîderketina li Şengalê kir.

Ji bo xwedîderketina li YBŞ, YJŞ û Asayîşa Êzidxanê bang li jin, ciwan, tevahiya gelên Kurdistanê û dost û hêzên demokrat hate kirin ku rabin ser piyan.

Di dawiya daxuyaniyê de ji bo çalakiya ku îro li bajarê Celle yê Elmanyayê pêk were, banga tevlîbûnê hate kirin.

Li gorî daxuyaniyê, çalakî wê saet di 14:00 de li ‘Grosser Plan, Celle’ pêk were.

‘ARMANC JI VÊ LIHEVKIRINÊ, TEMAMKIRINA QIRKIRINÊ YE

Sîwana Meclîsên Gundên Êzidiyan jî bi daxuyaniyekê ragihand ku lihevkirina Hewlêr û Bexdayê ne peyman e, lê belê ferman e û wiha dewam kir, “Armanca wan jî ew e ku gelê me yê Êzidî yê ji ber şûrên qirkirinê rizgar bûye û ev 6 sal in ji xwe re îradeyek ava kirine, pergalek xweser û azad damezrandine, vê yekê ji holê rakin, îradeya wan a xweser bişikînin û qirkirina neteweyî temam bikin.”

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku gilî û gazin ji van hêzan nabe, ya girîng ew e ku ew dersê ji xeletî û xemsariyên xwe derxînin û hate destnîşankirin ku ji bo mirov rabin ser piya divê li hêviya kesî nesekinin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, “Divê ev xemsarî û bêberpirsiyarî ji nava me rabe, weke em her car sozê didin şehîdên xwe, Rêberê xwe, divê em li wan sozên xwe xwedî derkevin û ne kêlîkê, belê her dem bi ruhê wan sozên xwe ve bijîn! Mam Zekî Şengalî, Egît Civyan û pir hevalên leheng hîn duh bû ji nav me ve bar kirin, çûn koça dawî! Encex wisa em karibin ji wan plangeriyên malxerab ên nevdewletî re bibin bersiv û layiqî şehîd û rêberê xwe bin.”