Saziyên civaka Êzidî ji bo çalakiyên 12’ê Cotmehê yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk banga tevlîbûnê kirin.
Di daxuyaniya hevpar de bang li gelê Kurd bi taybetî civaka Êzidî û her mirovên demokrat hate kirin ku 12’ê Cotmehê dengê xwe ji bo azadî û demokrasiya gelan bilind bikin.
Saziyan diyar kirin, divê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojavayê Kurdistanê ew li her deverê bi rengekî girseyî beşdarî çalakiyan bibin.
Di daxuyaniyê de girîngiya şoreşa Rojava ji bo gelên herêmê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku bi saya şoreşa Rojava yekîtiya gelan hatiye afirandin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, “Divê gelê me û saziyên me yên li Ewropayê û derveyî Ewropayê, her kesên ku dibêje ‘ez mirov im’ beşdarî çalakiyên 12’ê Cotmehê bin û dagirkeriya dewleta Tirk şermezar bikin.”
Saziyên ku mohra xwe danîne binê daxuyaniyê:
NAV YEK ( Navenda Yekîtîya Komelên Êzdiya )
SMJÊ (Siwana Meclise Jinén Êzidi Ewropa )
HCÊ ( Hevgirtina Ciwanén Êzidi )
MŞD ( Meclisa Şengalê ya Diaspora )
NÇÊ ( Navenda Çanda Êzîdxan )
YÊS (Yekîtîya Êzdiyên Sûriyê )
Meclisê Gundê Êzdiyên Bakur