Sazî û dezgehên Kurdên Êzîdî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Tebaxê pîroz kirin, bernameya bîranînê şehîdan aşkere kirin û banga tevlêbûna li bernameyê kirin.
Sazî û dezgehên Kurdên Êzîdî yên li Ewropayê bi daxuyaniyeke nivîskî 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ‘’15’ê Tebaxê ji bo gelê Kurd û bi taybetî ji bo civaka Êzîdiyan rojeke dîrokî ye.’’
Bi berdeewamî hate gotin,‘’Di encama tekoşîna 35 salan de gelê me bûye xwedi vin û hêza bingehîn ji bo pêşketina demokrasî û azadiya gelan.Lewra hêja ye were pirozkirin. Ji aliyê din ve, di meha Tebaxê de gelek bedelên giran bûha hatine dayin û komkuji pêk hatine.Ji bo vê yekê, em gelê Kurd û civaka Êzdiyan neçar in ku pîrozbahî û bîranîna xwe di heman demê de pêk binin.’’
Sazî û dezgehên Kurdên Êzîdî yên li Ewropayê êrîşên dagirker ên dewleta Tirk a bi pêşengiya AKP-MHP’ê ên li ser Kurdistanê bi bîr xistin û gotin,‘’Lê em di wê baweriyê de ne bi pêşengiya rêberê gelê Kurd û tevgêra azadiyê û berxwedana gelê Kurd wê hemû lîstokê dijminan pûç bibin.Bersiva tevgêra azadiyê û ya gelê Kurd bilindkirina tekoşîna demokratîk û azadiyêye.
Em jî weke civaka Êzdiyan û hemû pêkhateyên civaka Êzdiyan, di bin her şert û mercan de tevî hemû hêza xwe piştgirtinê didin destkeftiyê gelê Kurd û Kurdistaniya li rojavayê Kurdistanê, li Baṣûrê Kurdistanê, li Ṣengalê û li hemû qadên tekoṣina yê gelê me lê ber xwe dide.
Bi van birûbaweriyên xurt em car din vê roja pîroz, li hemû gelên bindest û aṣtîxwaz pîroz dikin û serkeftinê ji gelê me re dixwazin. Her weha, em bang li gelê Kurd û bi taybeti li civaka Êzîdî dikin, ku bi girseyî tevli çalakiyan bibin, ku li seranserî Ewropa têne li darxistin, em bang dikin li dijî dagirkeriyê, di kesayetiya Mam Zekî Ṣengalî de, tevlî rêze civinên ji bo Biranina Cangoriya bibin.’’
Pêkhateyên ku daxuyaniya hevpar dane:
Navenda Yekîtiya Komelên Êzîdiya – NAV-YEK
Sîwana Meclîsên Jinên Êzîdî – SMJÊ
Meclisa Ṣengalê Derveyi Welat – MṢD
Yekitiya Êzdiyê Suriyê – YÊS
Hevgirtina Ciwanên Êzîdî – HCÊ
Navenda Çanda Êzdîxan – NÇÊ
Koordinasyona Meclisên Gûndên Bakûr – KMGK
Heremên ku wê Bîranina Cangoriyan lé pék werin;
15.08.2019
Celle,
Dem : 15:8 2019
Saet : 17:00
- : Mala Êzdîyan Celle.
An Der Koppel 21,
Celle 29227
Wesel,
Dem : 15:8:2019
Saet. : 17: 00
Cih : Ackerstr 242,
46487 Wesel
Emmerîch,
Dem : 15:8 2019
Saet : 17: 00
Cih : Mala Gel,
Nierenbergerstr 150,
46446 Emmerich am Rhein
Bremen.
Dem : 15:2019
Saet : 17: 00
Cih : Kirchweg 2,
28876 Oyten
Saarbrücken,
Dem : 15.08.2019
Saet : 13:00
Cih : Florianshütte, Hugenottenweg, 66333 Völklingen
Bielefeld,
Dem : 15.08.2019
Saet : 17: 00
Cih : Mala Gel
Herbert-Hinnendahl-Straße 11, 33602 Bielefeld
Sîegen,
Dem : 15.08.2019
Saet : 15:00
Cih : Marburger Straße 60,
57223 kreuztal
17.08.2019
Berlîn,
Dem :17.08.2019
Saet : 16:00
Cih. : Mala Gel
Residenzstraße 54,
13409 Berlin
18.08.2019
Oldenburg,
Dem : 18:8:2019
Saet : 17:00
Cih : Industriestr 18,
26683 Saterland-Ramsloh