Şaredarê berê yê Bajarê Mezin ê Hannoverê Herbet Schmalstîeg nerazîbûn nîşanî cezakirina Kişanak Tûncel da. Schmalstîeg xwest, Kişanak, Tûncel û girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê hemû bên berdan.

Rûniştina doza Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak û Hevseroka DBP’ê Sebahat Tûncel pêr li 1. Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê pêk hat. Ji îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ 11 sal û 3 meh, ji ‘propagandayê’ 3 sal li Kişanak birîn. Dadgeriya Tirk her wiha bi îdîaya ‘endametiya rêxistinê’ 9 sal û 9 meh ji ‘propagandayê’ jî 5 sal û 3 meh ceza li Tûncel bir.

Serokê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Hannoverê Hebert Shcmalstîeg nerazîbûn nîşanî biryarê da û xwest, her du siyasetmedarên Kurd tavilê bên berdan. Schmalstîeg diyar kir, cezayên girtîgehê yên li Kişanak û Tûncel hatine birîn nîşan dibin bê dadgehê bi rejîma Erdogan ve girêdayî dixebitin di rewşeke çawa de ye.

Schmalstîeg bi dewamî got, “Piştî girtina ji 28 mehan, hîn bûm ku ceza li her du siyasetmedaran hatiye birîn. Cezayên hatine birîn nîşan da ku hiqûqa li Tirkiyeyê serbixwe nîne û di nirxên bingehîn hemûyan de kêmasiyên xwe hene.”

Siyasetmedarê sosyal demokrat Schmalstîeg anî ziman, cezayên girtîgehê yên li Kişanak û Tûncel hatine birîn radixin pêş çavan ku Tirkiye ber bi rewşa Elmanya Nazî ve diçe û got, “Li bendê me ku Hikumeta Federal, Yekîtiya Ewropa û partiyên li Meclîsa Federal komên xwe hene, ji bo Tirkiye veguhere dewleteke hiqûqê bikevin nava hewldanan. Her wiha daxwaz dikim ku girtiyên siyasî hemû werin berdan.”

Herbert Schmalstîeg di navbera salên 1972-2006’an de Şaredarê Bajarê Mezin ê Hannoverê bû. Di heman demê de berdevkê koma Dostaniya Hannover-Amedê ye.