Aktivîstê aştiyê Claûs Schreer ê 80 salî ku ji bo alaya YPJ’ê û pankarta ”Ji Ocalan re azadî” hilgirtî, 2800 Euro cezayê pereyan lê hate birîn. Schreer got, ”Ez ê dîsa bibêjim, ji Ocalan re azadî û alaya YPJ’ê hildim”
Aktivîstê aştiyê yê Elman ê 80 salî Claus Schreer ji bo ku alaya YPJ’ê û pankarta ”Ji Ocalan re azadî” hilda, dadgeha Munîhê ya Elmananyayê 2800 Euro cezayê pereyan lê birî.
Darizandina Schreer heftiya bihurî li Dadgeha Îdarî ya Munîhê dest pê kiribû û Schreer bi hinceta ku ”propagandaya PKK’ê ya qedexe kiriye” dest pê kir. Îro di danişîna duyan berdewam kir û roja wê bi 40 Euro 70 roj ceza li Schreer hate birîn û bi giştî 2800 Euro li Schreer hate birîn. Dadgehê îddîa kir ku Claus Schreer ”bi zanebûn sûc kiriye”.
Dadgehê biryar li ser da ku wêneyên Ocalan, alayên YPJ’ê û daxwaza ”bila qedexeya li ser PKK’ê rabe” propagandya PKK’ê ye û wiha hesiband ku Schreer dizane ku ev ji hêla yasayan ve sûc in. Schreer û parêzerên wî diyar kirin ku ew ê îtîrazê li biryarê bikin û biryarê bibin dadgeha rajor.
‘DAXWAZA AZADIYÊ YA JI BO OCALANE NE SÛC E’
Schreer piştî biryarê ji ANF’ê re axivî û got daraza Bavyera biryareke klasîk daye û ew ji ber cezayê şaş nemaye. Schreer got, weke ku dadgehê îdîa kirî, ne wêneyê Ocalan, ne daxwaza ”azadiya Ocalan”, ne rakirina alaya YPJ’ê û ne jî daxwaza ”bila qedexeya li ser PKK’ê rabe” ne sûc e û got, ”Ev hemû daxwazên demokratîk in û heke em li welatekî demokratîk bijîn, ev daxwaz ne sûc in.”
PÊŞÎ MANDELA NIHA OCALAN
Schreer got, ”Beriya bi 40 salî min pankarta ”Ji Mandela re azadî” hildida, ku li ser wêneyê Mandela hebû. Niha jî, eynî tiştî ji bo Ocalan dikim. Ez ê hemû mafên xwe yên yasayî bi kar bînim û ji Ocalan re azadiyê bixwazim. Her wiha ne sûc e ku mirov alaya yekîneyên jin ên li Rojavayê Kurdistanê YPJ’ê hilde.