3 partiyên siyasî yên Swîsreyî bang li Konseya Federal a Swîsreyê, hikumeta Kantona Cenevreyê û civaka navneteweyî kirin ku di mijara grevên birçîbûnê de bikevin nava liv û tevgerê.

Parlamenterên Partiya Sosyalîst (SP), Partiya Keskan û Partiya Ensemble à Gauche (Yekîtiya Çep) ên Swîsreyê, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê çend roj berê civîneke çapemeniyê li dar xistibûn. Parlamenterên her sê partiyan piştî civîna çapemeniyê, belavokeke hevpar weşandin. Parlamenterê Partiya Sosyalîst ê Parlamenta Neteweyî Carlo Sommaruga, ji Parlamenterên SP’ê yên Kantona Cenevreyê Caroline Marti, ji Yekîtiya Çep Jean Burgermeister û ji Partiya Keskan Jean Rassiaud bi navê partiyên xwe belavokeke hevpar weşandin. Di belavoka hevpar de bang li Konseya Federal a Swîsreyê, Hikumeta Kantona Cenevreyê û civaka navneteweyî hate kirin, di mijara grevên birçîbûnê de li dijî dewleta Tirk bikevin nava liv û tevgerê.

‘DIVÊ HELWESTEKE VEKIRÎ LI DIJÎ TIRKIYEYÊ BÊ NÎŞANDAN’

Di belavokê de hate bibîrxistin, grevên birçîbûnê yên bi pêşengiya Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven dest pê kirin, li asta krîtîk e û hate gotin, “Bi hezaran mirov ji bo berdana girtiyên siyasî û bidawîkirina tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Yek ji armancên vê greva birçîbûnê jî ew e ku Tirkiye careke din li dora maseyeke rasteqîn a aştiyê rûnê. Eger asta heyî ya krîtîk li ber çavan were girtin, hingî divê Konseya Federal a Swîsreyê û rêveberiya Kantona Cenevreyê di mijara parastina mafên mirovan ên bingehîn de li dijî Tirkiyeyê helwesteke vekirî nîşan bidin.”

‘ZEXT Û TUNDÎ BI RÊK Û PÊK LI WAN TÊ KIRIN’

Di belavokê de hate ragihandin, Kurd li her çar parçeyên welatê xwe di nava zext û tundiyeke rêk û pêk de ne û hate gotin, “Dema ku dewleta Tirk Efrîn dagir kir, me ev tundî dît. Rejîma Erdogan sîstema xwe ya otorîter didomîne. Li Kurdistanê tundiya leşker û polîsan roj bi roj zêde dibe. Di heman demê de zextên giran li HDP’ê tên kirin. Selahattîn Demîrtaş jî di nav de bi hezaran siyasetmedarên Kurd niha girtî ne. Mixabin ev hemû li pêş çavên me diqewimin.”

‘NABE KU CIVAKA NAVNETEWEYÎ BÊDENG BIMÎNE’

Di belavokê de hate destnîşankirin, nabe ku civaka navneteweyî li pêşberî zext û zordariya li Kurdan tên kirin bêdeng bimîne û hate gotin, “Ji bo mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe û di mijara berdana girtiyên siyasî de, pêwîstî bi hewldaneke bi lezgîn heye. Ji ber soza xwe ya dîrokî ya ji bo mafên mirovan, wezîfeyeke mezin di vê mijarê de dikeve ser milê rêveberiya Kantona Cenevreyê. Lê mixabin rêveberiya Kantona Cenevreyê heta niha berpirsyariya xwe bi cih neanî.”

Di belavokê de bal tê kişandin ser greva birçîbûnê ya Mehmet Alî Koçak a li Navenda Civaka Kurd a Cenevreyê û hate ragihandin, ji bo çalakiya Koçak li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî ya li Cenevreyê bidome, divê destûr were dayin.

Di belavokê de hate gotin, mijar wê di rûniştinên parlamentan de jî bê nirxandin û herî dawî bang li Konseya Federal a Swîsreyê û rêveberiya Kantona Cenevreyê hate kirin, di mijara grevên birçîbûnê de ku li asta krîtîk in li dijî Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê.