Şehîd Hêja Sine û hevalên wî, di 15’ê Hezîrana 2021’an de li nêzîkî gundê Sûretûyê li herêma Şaho, di encama şerekî bi pastarên dewleta Îranê re şehîd bûbûn.
Li Silêmaniyê, malbata şehîd Hêja Sine û hin malbatên din yên şehîdan, ji bo sêyemîn salvegera 3 şehîdan merasîma bîranînê pêkanîn.
Piştî rêzgirtinê, dayika şehîd Hêja Sine, Dayê Pirşingê axivî û silav li Rêber Abdullah Ocalan û berxwedêrên li Herêmên Parastina Medya kir û got:
Tecrîda li ser Rêber Apo, tê wateya tecrîda li ser gelê Kurd, ez tecrîdê şermezar dikim.
Daye Pirşingê diyar kir ku şehîd Hêja, tevî ku ciwan bû, kevneşopiya şoreşgerî dimeşand.
Li hemberî çewisandin û cudakariyê dijberiyek tund nîşan dida.
Ji bo vê jî tevlî nava Tevgera Azadiya Kurdistanê bû.
Hêja digot, tenê têkoşîna di riya rêber Apo de dikare Kurdistan azad bibe.
Dibin bandora ramanên Rêber Apo de başdarî nava refên azadiyê bû.
Îro jî em dibînin ku tenê lehengên Tevgera Azadiyê, Gerilla bi fedakarane li dijî dijmninên dagirker têkoşînê dikin.
Em wek malbata şehîd, di kesayeta heval Hêja Sine, Sîrwan Alanî, Şêrko Rojhelat û hemû şehîdên di riya rizgariya Kurdistanê de şehîdên azadiyê bibîrtînin û soz didin ku em ê di riya wan de têkoşînê bikin.
Piştre li ser navê malbata şehîdên Başûrê Kurdistanê Wehab Ehmed axivî û got;
Em careke din soz didin ku em ê armancên mezin yên şehîd Hêja û hemû şehîdan bi xwedîderketina li doza wan têkoşînê bikin.
Em ê layiqî ked û berxwedan Rêber Apo û hemû şehîdan bibin.”