Komeleya Azadî ku ji bo mafên girtiyên Kurd ên li Elmanyayê têdikoşe, li ser siyasetmedarên ku ji ber qanûna ‘antî terorê’ tên darizandin agahiyên nû da. Komeleya Azadî di bultena xwe ya mehane de ragihand, siyasetmedar Bedrettîn Kavak, Alî Ozel û Alî Hidir Dogan piştî ku cezayên wan qediya di nava meha Tebaxê de hatin berdan.
Aktîvîstê Kurd Alî Ozel Sibata sala 2015’an piştî ku hate destgîrkirin, Cotmeha 2016’an ji aliyê Dadgeha Eyaletê ya Bilind a Stûttgartê ve hatibû girtin û 3 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hatibû birîn.
Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak jî, ku 24 salan di girtîgehên Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê de ma û piştre hate Elmanyayê, Tebaxa 2015’an hatibû girtin. Kavak li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrgê li ser têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd parastineke berfirh kiribû. Tebaxa 2016’an sê sal cezayê girtîgehê li Kavak hatibû birîn.
Alî Hidir Dogan jî ku hefteya bihurî ji girtîgeha li Bremenê hate berdan, Nîsana 2016’an hatibû destgîrkirin. Dadgeha Eyaletê ya Berlînê Adara 2017’an 2 sal û 4 meh cezayê girtîgehê li Hidir Dogan birîbû.
Li Elmanyayê salên dawî, tevî ku ti sûc nekirin jî li 10 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd ku hate tespîtkirin ji bo azadiya gelê Kurd dixebitin, ji 2 salan heta 3,5 salan cezayê girtîgehê hatibû birîn.