Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên di derbarê beşdariya jinan a di nava siyasetê got ku rêveberiya ku jin ne di nav de be, wê ne bi tendirust be, herwiha diyarkir ku çi dema jinek di rastiyê de pêşengî kir, civak wê bizane ku hebûna jinê di siyasetê de çend girînge.

Di 26’ê Îlonê de li Silêmaniyê anketek li ser tevlîbûna jinan a nava siyasetê de hate eşkere kirin. Anket li gel 484 kesan hatiye çêkirin. Ji wane 298 ji zayenda jin bû. Ji sedê 44’ê kesên tevlî anketê bûne diyar dikin ku tevlîbûna jinan a nav siyasetê de ti girîngiyek a xwe nîne. Ya herî balkêş di vê anketê de ew bû ku ji sedî 62 kesên beşdarbûyî jin jî bûn, lê li gorî sedî 44’ê wan tevlîbûna jinan a di siyasetê de ne girînge.

Li ser vê mijarê berdevka Tevgera Azadî Tara Hisên ji Rojnews re axivî. Tara got ku ew ankêt ne li gorî rastiya jinê ye, lê nêzîkî zihniyeta desthilatdariyê ye. Tara Hisên eşkere kir ku pêşxistina pêşengiyek sixte ya jinan a ji aliyê desthilatdariyê ve wisa kiriye ku baweriya civakê bi jinan nemîne.

Tara di dewam ê de got; “Pêwîstiya siyaset û rêveberiyê bi herdu zayendan jî heye, ger zayendek tenê di siyaset û rêveberiyê de cih bigire, bêguman wê ew rêveberî ne bi tendirust be. Her wiha wê ev yek li dijî demokrasî, wekhevî û dadperweriyê be. Rewşa niha ya Herêma Kurdistan encama vê siyaseta ne bi tendiruste.”

Tara Hisên li ser girîngî nedayîna civakê ya ji bo tevlîbûna jinê ya di siyasetê de jî got; “Sedema vê yekê hikûmeta herêmê ye, civak ne bi vî awayiye. Di salên 90’ê de desthilatdariyek dîkdatorî hebû, lê kuştinên jinan ne wek niha zêde bûn. Sedema vê ewe ku jin di nava siyaset û hemû saziyên îdarî de bê rol hatine hiştine.”

Berdevka Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê Tara Hisên di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman; “Ger hebûna jinê di nava siyasetê de hebe, wê tundûtujî, ne wekhevî û gendelî di nava rêveberî û civakê de kêm bibe. Lê divê jinek xwedî îrade pêşengiyê bike. Çi dema ku jinek xwedî îrade pêşengiyê bike, wê demê civak wê bizane ku hebûna jinê di nava siyasetê de gelek girîng e.”