Hiqûqnasên rojavayê Kurdistanê diyar kir ku fikra Ocalan ji bo hêzên desthilatdar ên ku dixwazin xwe li ser çewisandina gelên bindest bidomînin, xetere ye, ji ber vê jî tecrîdê li ser Ocalan didin pêkanîn.
Dewleta Tirk a dagirker ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve nahêle Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Herî dawî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 11’ê îlona 2016’an de hevdîtin bi Ocalan re kir. Ji wê rojê heta niha agahî ji Ocalan nayê wergirtin. Li rex vê tecrîda girankirî jî dewleta Tirk beriya demekê aşkera kir ku 6 meh cezayê disîplînê li Ocalan birîne.
Hiqûqnasên Rojavayê Kurdistanê tecrîda girankirî ya li ser Ocalan şermezar kir û diyar kir ku tecrîda li ser Ocalan li dijî hemû zagonên cîhanî û mafên mirovan e.
‘Armanc şikandina vîna gelê Kurd e’
Parêzer Mehmud Cemîl tecrîda ser Ocalan şermezar kir û wiha got: “Tecrîda li ser Ocalan li dijî tevahî zagonên cîhanî, navdewletî, hevpeymanên mafên mirovan û zagonên Tirkiyeyê bi xwe ye.”
Mehmud Cemîl bal kişand ser binpêkirina mafên Ocalan jî û wiha pê de çû: “Eger em ji aliyê mafên siyasî ve bienêrin, Ocalan rêberê gelekî ye. Mafê wî heye ku di nava gelê xwe de kar û xebatan bide meşandin. Ev 7 sal e ku parêzerên Ocalan nikarin muwekîlê xwe bibînin û ev 2 sal e malbata wî jî nikare Ocalan bibîne, wê demê ev yek bi awayekî aşkera binpêkirina mafên mirovan e. Em bang li tevahî saziyên mafên mirovan dikin ku li dijî vê bêzagoniyê bê deng nemînin.”
Mehmud Cemîl destnîşan kir ku dewleta dagirker dixwaze bi tecrîda li ser Ocalan vîna gelê Kurd bişikîne û wiha dawî li gotinên xwe anî:
“Ew dihizirin ku bi tecrîdê, dixwazin vîna Ocalan û bi wî re jî ya gelê Kurd, şervanên Kurd û xebatkarên Kurd bişikînin. Lê em baş dizanin ku ew nikarin vîna Ocalan û vîna gelê Kurd bişikînin. Dîroka berxwedanê bi dehan car ev tişt piştrast kiriye. Ji bo serkeftina vê tekoşînê ya ku Ocalan dest pê kir, çi bikeve ser milê me em ê bikin.”
‘Tecrîda li ser Ocalan li dijî tevahî destûrên mafên mirovan e’
Hiqûqnas Qadî Terfa Misto jî tecrîda li ser Ocalan wek li dijî zagonên mafên mirovan pênase kir û wiha axivî: “Ocalan li dijî sîstema desthilatdar ku xwe bi çewisandina gelên bindest ser pêyan digire, mafên gelê bindest diparêze.” Terfa di berdewamê de wiha got: “Ji ber vê sedemê jî hêzên desthilatdar tecrîda girankirî li ser Ocalan pêk tînin.”
‘Mînaka fikra Ocalan li Rojava pêk tê’
Terfa anî ziman ku Ocalan ji bo hemû gelên bindest têkoşînê dike, berhema fikra Ocalan li rojavayê Kurdistanê pêk tê û gotinên xwe wiha berdewam kirin: “Em di şoreşa Rojava de, wek gelê Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û hemû gelên bindest bi rengê xwe re dijîn û tê dikoşin. Ev proje fikra Ocalan e. Ev fikr her roja ku diçe li cîhanê belav dibe, ev hêzên ku naxwazin gelên bindest mafên xwe nas bikin, li ser Ocalan tecrîdê pêk tînin.”
‘Li dijî tecrîdê erka herî mezin dikeve ser milê jinan’
Terfa got ku tecrîda li ser Ocalan herî zêde jinan diêşîne û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Ji ber ku em jin bi saya fikra Ocalan gihaştine wê astê ku êdî em xwe bi xwe dikarin mafên xwe biparêzin. Ocalan jin ji çiravê derxistin. Niha di encama berhemê wê de şoreşa Rojava wek şoreşa jinan tê binavkirin. Ji ber wê jî ji bo dijderketina tecrîdê erka herî mezin dikeve ser milê me. Divê jin li mal, kolan, cihê kar û her qadî ji bo şermezarkirina tecrîdê di nava çalakiyan de bin, xwedî li fikra Ocalan derkein û di jiyana xwe de bixin meriyetê.”