Hefteya borî Teşkîlata Parastina Destûra Bingehîn a saziya îstixbarata navxweyî ya Elmanya ku rapora 2019’ê îlan kir ji ber ku Yekîtiya Komeleyên Çanda Îslamî ya Tirk a Elmanya (ATÎB) xeter dîtiye xistin bin çavdêriyê.
Îstixbaratê di bin sernavê ‘Biyaniyên ji derveyî Îslamê ewlekariyê tehdîd dike û alîgirên tundiyê’ cih da ATÎB’ê, diyar kir ku ev sazî girêdana wê bi çêkerên nîjatperest ên dewleta Tirk a îdeolojiya rastgirên tundraw û nîjatperestan re heye.
Rayedarên Wezareta Karê Hundir a ji çapemeniya Elman re axivî diyar kir ku tevî rapora îstixbaratê jî Wexîrê Karê Hundir Horst Seehofer dixwaze bi domdarî xebatên xwe yên li bel vê saziyê bidomîne.
Berdevê Wezaretê yê li ser mijarê bi Rojnameya Dîe welt re axivî got: “Wezîr Seehofer ji bo hemû li hevhatinên li Elmanyayê bi hêz bibin, girîngî dide karkirina li gel hemû civakên olî.”
Berdevk şopapandina demeke dirêj a van saziyan a ji aliyê hikûmetê ve jî bibîr xisit û got: “Lê ji ber ku Wezareta Karê Hundir girîngiyê dide diyalogê, ji bo wê, xebata bi van saziyan re wê bidomîne.”
Hinek raydarên partiyên muxalîf û partiya desthilat CDÛ jî li gel wê ne ku têkilî bi ATÎB’ê re bên qutkirin. Ji CDÛ’yê Marthîas Mîddelberg anî ziman ku nîjatperestiya Tirk ji bo civakê jehr e, li hevkirinê asteng dike. Berdevka polîtlkaya navxweyî ya Partiya Çep Ulla Jelpk jî got: “Divê tavilê hemû têkiliyên li gel vê rêxistina faşîst bê qûtkirin.