Li gorî nûçeya televîzyona dewletê ya Îranê, Sefîrê Bilind ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê ji bo Îranê Martîn Grîffîths ji bo serdaneke 2 rojan gihîşt Tehranê.

Hate ragihandin ku sefîr Grîffîths wê Wezîrê Karên Derve yê Îranê Cevad Zarîf û rayedarên din re hevdîtinê bike.

Di daxuyaniya buroya Grîffîths de hate gotin ku sedan beşek ji hewldanên çareseriya siyasî ya şerê li Yemenê ye.

Ev serdan 3 roj piştî daxuyaniya DYE’yê pêk hat, ku rêveberiya DYE’yê ragihand, ku piştgiriya xwe ya ji bo operasyona Erebistana Siûdî ya Yemenê rawestandiye.

Hate ragihandin ku karê sereke yê nûnerê Neteweyên Yekbûyî ew e ku peymaneke agirbestê bide amadekirin, ji bo tedbîrên mirovî yên lezgîn teşwîqê bike û pêvajoya siyasî ji nû ve bide destpêkirin.

Berdevkê Grîffîths Îsmînî Palla diyar kir ku ev serdan demeke dirêj e hatibû plankirin.