Bi biharê re deşt û kampên li Şehbayê xemilîn. Ji ber ku li her pêşiya konên li kampanyan dar û kulîlk hatine çandin, bûye mîna bexçeyekî.

Herêma Şehbayê ku ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê ji şêniyên Efrînê re bûye war, bi biharê re xemilî. Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê bi cih bûne, li ber her konî dar û kulîlk çandiye. Lewma cihê lê ne veguheriye bexçeyekî.