Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo, şervanên YPJ Û YPG‘ê şervana YPJ‘ê Yasmîn Arif (Berfîn Amed) a ku di 12‘ê Cotemê de di qonaxa dawî ya Bêngava Bagera Cizîrê ya “Şerê Tinekirina Terorê ” de şehîd bibû bi merasîmekê li Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a bajarê Qamişlo oxir kirin.
Merasîm bi bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê dest pê kir. Paşê Rêvebera Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê Welîda Botî û Fermandara YPJ‘ê Engîzek Qamişlo axivîn.
Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Berfîn re hate xwestin û hate gotin ku şehîd pêşengehên manewî ne.
Kesên axivîn, soza şopandina xeta şehîdan dan û teqez kirin ku şehîdan li pey xwe mîraseyeke têkoşînê hiştin ku, pêwîste rêya wan werin şopandin.
Xalê şehîd Berfîn Ebdulezîz Xelîl di merasîm de axivî û anî ziman ku Berfîn herim li azadiyê digeriya û wiha domand: ” Berfîn di malbateke welatparêz de mezin bû, êrîşên li ser gelê xwe qebûl nekir û di sala 2015‘an de beşdarî refên YPJ‘ê bû, bû çavkaniya moralê û di oxira parastina gelê û destkeftiyên şoreşê şehîd bû.”
Xelîl diyar kir ku hêza jin a li hemberî terorê di kesayeta Berfîn de diyar dibe û ev tişt anî ziman: “Keça Efrînê ji her kesî re hêz û îradeya jin a li hemberî teror û koletiyê diyar kir, ku bi rihê Berxwedana Serdemê tê dikoşiya.”
Paşê, wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin.
Girse cenazeyê şehîd hilgirt ser milê û di nava dirûşmeyan de spartin axê.