Yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) ku 25’ê Cotmeha 1992’an şehîd bû, li Ewropayê tê bîranîn.
BERN “Swîsre”
Gerîlaya ARGK’ê Gulnaz Karataş (Bêrîtan) li bajarê Bern ê Swîsreyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) civîneke bîranînê pêk hat. Civîn ji aliyê Meclîsa Jinê ya Mizgîn ve hate organîzekirin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan, nûnerên Komîsyona Malbatên Şehîdan, Meclîsa Jinê ya Mizgîn û FEDA’yê axivîn. Qisekeran işaret bi girîngiya têkoşîna Bêrîtan a li nava Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê kirin.
LAVRÎO ” Yewnanîstan”
Ji bo bîranîna Bêrîtan li bajarê Lavrîo yê Yewnanîstanê jî civîneke bîranînê hate lidarxistin. Sendîkavanên ji bo piştgiriya bidin Kurdan ji Fransayê hatin tevlî bîranînê bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê li ser girîngiya rola şehîdan a di nava têkoşîna azadiyê de beşdar axivîn. Di bîranînê de li ser jiyan û têkoşîna Bêrîtan, Arîn Mîrkan û şehîdên bedena xwe dan ber agir sînevîzyon hate nîşandan.