Ji bo gerîlaya YJA-Starê Sarah Handelmann bi nasnav Sara Dorşîn a ku di 7’ê Nîsana 2019’an de di encama êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de şehîd bibû, li paytexta Elmanya Berlînê bi çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin.

Di bîranînê de li ser navê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) Safiye Erol axivî.

Piştî sînevîzyonê, ji bo Sara Dorşîn stran hatin gotin.