Gerîlayê HPG’ê Mûsa Kahraman bi nasnav Xebatkar Bagok û bavê 8 zarokan Lokman Gorgun, di 8’ê Nîsana 2023’an de, li herêma Omerya ya Mêrdînê hatin şehîdkirin,
Di salvegera yekemîn ya şehadeta Bagok û Gorgun de, li Elmanya bajarê Hanaû, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, merasma bîranînê hate pêkanîn.
Di merasimê de, malbatên Xebatkar Bagok û Lokman Gorgun û gelek welatî amade bûn.
Piştî rêzgirtinê, nûnerê KOMAW û Hevserokên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd axaxtin kirin.
Axaftivanan got; Şehîdên Azadiya Kurdistanê em gihandin hev.
Ew nirxên me yên herî pîroz in û em jî li ser şopa wan in.
Ji bo xwedîderketina li şehîdan em tevlî nava têkoşîna azadiyê bibin û têkoşînê didomînin.
Piştre, sînevîzyona li ser jiyana her du şehîdan, merasim bi diruşmeyan bi dawî bû.