Îro bi minasebeta 2. salvegera serhildana Şêladizê ji bo şehîd Hisên Rêkanî merasîmek bîranînê hate lidarxistin.

Welatiyên Şêladizê 26’ê Çile 2019’an piştî bombebaranên dewleta Tirk a li ser xaka Başûr ku di encamê de 4 welatî şehîd bûbûn rabûn serhildanê.

Welatiyên Şêladizê li hemberî baregehên leşkerî yên dewleta Tirk a dagirker xwepêşandan kirin û gelek wesayît û cihên leşkeran dan ber agir.

Dewleta Tirk bi hevkariya PDK’ê gule li welatiyên sivîl reşandin û di encamê de welatiyê bi navê Hisên Rêkanî şehîd û bi dehan welatî jî birîndar bûbûn.

Welatiyên Şêladizê îro di 2. salvegera serhildana Şêladizê, bi merasîmekê şehîdê serhildana Şêladizê bi bîranîn. Welatiyan soza xwe ya ji bo vî şehîdî dubarekirin û çelengek danîn ser gora wî.