Şevanê YPG’ê tariq Ebdulezîz (Îsmaîl Amûdê) ku di Pêngava Bagera Cizîrê de li Dêra Zorê di şerê dijî çeteyên DAÎŞ’ê de şehîd bû, li bajarê Graz ê Awûstûryayê hate bîranîn.

Civîna bîranînê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Grazê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Apê Ebdulezîz Mûhammed Salih Huseyîn û nûnerê PYD’ê yê Awûstûryayê li merasîmê axivîn.

Qisekeran diyar kirin ku şehîd şehîdê gelê Kurd e û bi bîr xistin, gelê Kurd xwe diparêze û dijminatiyê li kesî nake. Qisekeran gotin, “Tevahiya gelê Kurd di hedefa dijmin de ye û divê tavilê bibe yek.”

Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven hate silavkirin û hate gotin, “Mifteya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn Ocalan e û divê tecrîdkirina wî tavilê bi dawî bibe.”

Di civîna bîranînê de rewşa siyasî ya lİ Rojava jî hate nirxandin û civîn bi qîrîna dirûşma “Şehîd namirin” qediya.