Platforma Azadî ya Katalonyayê, şehîdên 15’ê Tebaxê bi bîr anî.
Platforma Azadî ya Katalonyayê, ji bo bîranîna şehîdên 15’ê Tebaxê li bajarê Barcelonayê civînek pêk anî.
Di civînê de Diyar Xerîb, Sara Dorşîn, Atakan Mahîr û Zekî Şengalî hatin bîranîn.
Qisekeran bal kişandin ser jiyan, têkoşîn û taybetmendiyên her çar şehîdan.
Di civînê de her wiha pirtûk û belavokên der barê têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê hatin belavkirin.
Her wiha, rewşa niha ya Maxmur û Rojava hate şîrovekirin û hate diyarkirin, ku di çarçoveya pêngava ‘RiseUp4Rojava’ de çalakiyan pêk bînin.
