Li bajarê Rennes a Fransayê di şexsê Senar Zagros û Çekdar Rêdûr de ji bo bîranîna hemû Şehîdên Cotmehê merasîmek hat lidarxistin.
Bîranîn li Navenda Civaka Kurd ya Demokratîk a Amara pêk hat, merasîm bi deqîqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên şoreşa Kurdistanê dest pê kir.
Di merasîmê de hate gotin ku şehîdan, yên di şertên herî zehmet ên şer de xwe ji nû ve ava dikin, bi jiyan, têkoşîn, şehadeta xwe û nirxên ku afirandine di rastiya partiyê de dijîn.
Dayikên şehîdan diyar kirin ku ew ê şopdarê têkoşîna şehîdên xwe û girêdayî bîranîna wan bin.
Her wiha hate destnîşankirin ku di şexsê şehîd Bêrîtanan, Arînan, Ronahiyan û bi hezaran şehîdan de serîhildana şervanên jin li hemberî îxanetê, paşverûtiyê, sîstema serdest û siyaseta wê ya îmhayê, kir ku îro jin û tevgera azadiya Kurd bigihîje asta pêşengiyê ya ji bo hemû jin û gelên cîhanê.
Merasîm piştî temaşekirina sînevîzyona derbarê Şehîdên Cotmehê bi berzkirina dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Jin Jiyan Azadî” û “Bijî berxwedana gerîla” bi dawî bû.