DAIŞ’ê 25’ê hezîrana 2015’an berbanga sibê li gundê Berx Batan û bajarê Kobanê komkujî kir, bi sedan kesan jiyana xwe ji dest dan.
Îro salvegera komkujiyê ye, kesên jiyana xwe ji dest dane, li ser gorên xwe hatin bîranîn.
Gelek kesan berê xwe dan, goristana şehîdên komkujiyê ya li ser rêya Cerablusê ya li bajarê Kobanê, goristana şehîdên komkujiyê ya li gundê Berxebtanê
Piştî rêzgirtinê hevserokê Akademiya Malbatên Şehîdan a Emgîhan Cûdî, Silêman Silêman got:
Jin, zarok, kal, pîr, jin di komkujiyê de hatin qetilkirin, hovitiyek mezin çêbû. Xwestin gelê me bitirsînin, îradeya wan tune bikin. Mê bi serneketin.
Li goristana gundê Berxbotanê endamê Meclîsa Giştî a PYD’ê a Kantona Firatê Salih Nûh axivî û da zanîn dîroka Kurdistanê bi komkujiyan tijeye û got:
Em ê bi hêza şehîdên xwe bi ser bikevin. Emê tola wan hilînin, li ber xwe bidin û li hemberî wê dagirkeriyê bi ser bikevin.