Li bajarê Lîegê Belçîkayê merasîma bîranînê hebû.

Di axaftinan de bahsa têkoşîn û mîrateya şehîdan ku li du xwe hiştin hat kirin.

Û hat gotin ku ew ê heya dawî rêya şehîdan bişopînin û xeyala wan pêk bînin.

Li bajarê Freîbûrg ê Elmayayê bi pêşengiya Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Freîbûrgê Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn.

Bîranîna ku li avahiya meclîsa Freîbûrgê hat lidarxistin.

Endama TJK-E Axîn Gulo û li ser navê KOMAW’ê axaftin hatin kirin.

Evder jî bajarê Bremen ê Elmanyayê ye.

Bi pêşengiya Meclîsa Civaka Demokatîk a Kurd a Bremenê, Meclîsa Jinê ya Sêvê û KOMAW’ê Şehîdên Meha Cotmehê bibîranîn.

Merasîm li avahiya meclîsê pêk hat.

Hevserokê Meclisa Bremenê Saît Bîlgîn banga tevlîbûna pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber Apo kir.

Bîranîna li bajarê Dresdenê jî bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya UTA hat lidarxistin.

Di bîranînê de bavê şehîd Delîl, Alî Akyuz, Hevserokê KON-MED’ê Kerem Gok û siyasetmedar Abdullah Demîrbaş axivîn.

Di axaftianan de bal hat kişandin bi ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker.

Û banga mezinkirina têkoşîna li hember dagirkeriyê hate kirin.

Li paytexta Swêdê Stockholmê bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Amara Şehîdên Meha Cotmehê hatin bîranîn.

Hevseroka Meclîsa Stockholmê Ruken Yetîşkîn dazanîn ku Ev tevger bi şehîdên xwe re gihîştiye îro. Bi şer û berxwedana xwe destanî ji hemû cîhanê re dibin mînak.

Endama TJK-E’ê Nûpel Munzur jî got: Divê şehîd Bêrîtan baş were fêmkirin, Rêbertî wê wiha anîbû ziman,

“Wê ez nedîtim, lê kesê ku herî baş min fêm kir ew bû.”

Bi heman armancê li bajarê Fransa Marsîlyayê jî merasimeke bîranînê pêk hat.

Piştî rêzgirtinê malbatên şehîdan di bîranînan de axivîn û dilsoziya xwe ya bi têkoşîna zarokên xwe re anîn ziman.

Endama TJK-Ewrûpa Done Guzel jî di merasimê de axaftinek kir û got, xwedîderketina li doza şehîdan erka wan a sereke ye.

Li bajarê Almanya Hannoverê, li banliyoya Vîllîers le Bel a paytexta Parîsê , paytexta Denmark Kopenhagê, û li gelek deverên cûda jî bîranîn hatin li dar xistin.

Di merasîman de sînevîzyona li ser Şehîdên Meha Cotmehê hate pêşandan.