Li bajarê Lîmassol ê Qibrisê, di şexsê Bêrîtan (Gulnaz Karataş) de şehîdên meha Cotmehê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ku ji aliyê Meclîsa Gelê Kurd û Însiyatîfa Jinê ve hate organîzekirin li Navenda Çanda Kurd a Theophîlosê pêk hat.
Kurdistanî tevî dostên xwe tevlî civîna bîranînê bûn. Civînê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir.
Qada bîranînê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên meha Cotmehê hate xemilandin û dirûşma “Şehîd namirin” hate qîrîn.
Fatma Dogan bi navê Însiyatîfa Jinên Kurd axivî û diyar kir ku di şexsê şehîd Bêrîtan de jinên Kurd bi berxwedaneke mezin û bi heybet gihîştin asta rastiya gelekî azad.
Dogan diyar kir ku şehîd Bêrîtan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn xeta şoreşger a li dijî faşîzm û paşverûtiyê ye û got, li ser vê xetê wê faşîzma AKP-MHP têk biçe.
Di civîna bîranînê de her wiha fîlmê Bêrîtan hate nîşandan.