Li bajarê Koln ê Elmanyayê û li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn

Pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyî û kadroyên pêşeng ên Tevgera Azadiyê ya Kurd ku di meha Gulanê de şehîd bûn, li bajarê Kolnê yê Elmanyayê hatin bîranîn.

Bi vê armancê li ber Dêra Komê çalakiyek pêk hat û Partîzan, ADHK û MLPD’ê lidar xist. Endamên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd, AGÎF, Cîhanek dikare lê bê jiyîn, tevlî bûn.

Di çalakiyê de wêneyên şehîdên meha Gulanê hatin hildan. Her wiha bi axaftinan mîrateya pêşengên şoreşger ku ji vê demê re hiştine hate bibîrxistin.

LAVRÎO

Li bajarê Lavrîo yê Yewnanistanê, şehîdên meha Gulanê hatin bibîranîn. Bîranîn li kampa Lavîroyê pêk hat û alên PKK, KCK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin hildan.

Di deqeya rêzgirtinê ya ji bo bîranîna şehîdan de sirûda “Çerxa Şoreşê” hate gotin.

Bi navê malbatên şehîdan Salîha Efrîn axivî û diyar kir ku gelê Kurd bi saya şehîdan gihîştiye vê astê.

Siyasetmedarê Kurd Xalo Amed jî got, “Wan rêya berxwedanê nîşanî me dan, ji bo em bibin hêjayî wan divê em têbikoşin û Kurdistanê azad bikin.”

Piştre helbesta “Amed” a Şehîd Alî Temel hate xwendin û sînevîzyon hate nîşandan.