Li hola bîrdariya Helebceyê, bi boneya 37’emîn salvegera raperîna Helebce, Hewraman û Şarezûr ya dijî rejîma Baasê merasîmek hate lidarxistin.

Di merasîmê de şehîdên raperînê hatin bîranîn.

Rêveberê Giştî yê Şehîd û Enfaliyên Helebce Kameran Mistefa derbarê mijarê got;

“Di raperîna Helebce, Hewraman û Şarezûr de 80 welatî şehîd bûn. Armanca meya vê çalakiyê jî gihandina daxwazên xwe ji bo hikumetê Iraqê ye.”

Nûnerê xizmên şehîdan Celal Osman jî got;

“Roja 13 Gulanê, roja ku xelkê herêmê dijî zordariya rejîma Baasê serîhildayî ye. Em livir bang li hikumeta Iraqê dikin ku tezmînata xelkê bajêr bide, herwiha hikumeta herêmê jî xizmetê ji bo xelkê re bike.”