Bi sedan şêniyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê cenazeyê 7 şervanên QSD‘ê ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bibûn bi merasîmekê li goristana Şehîdan a Şedadê veşartin.
HESEKÊ
Girseya gel cenazeyê şervanê QSD‘ê Heysem Abdullah (Ferman Hesekê), Muhened El-Seyîd (El-Xîra), Ehmed El-Salih (Miyeser), Ehmed Milhim (Umer), Fayîz Tean ( Kados), Mehmûd Ezîz (Egîd) û Abdullah El-Ehmed (Egîd) ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê wergirtin û bi kerwamekê ber bi goristana Şehîdan a navçeya Şedadê bi rê ketin.
Li goristanê merasîmeke leşkerî ji aliyê şervanên YPG‘ê ve pêk hat. Ji fermandarên YPG‘ê Salih El-Zobai sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û anî ziman ku bi sazya şehîdan herêm ji terora DAIŞ‘ê hatin rizgarkirin.
Zobai anî ziman ku têkoşîna wan berdewam e heya tevahî herêm ji DAIŞ‘ê werin rizgarkirin.
Di merasîmê de, endama Meclisa Malbatên Şehîdan Seher Mihemed jî sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got “Wekî malbatên şehîdan ji bo rizgarkirina deverên dagirkerî ji terorê em amade ne berdêl bidin.”
Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Selman El-Nasir nasnameyên şehîdan xwendin û radestê malbatên wan kirin.
Cenazeyê şehîdan di nava dirûşmeyan de hatin veşartin.
ANHA