Argeş Karzan, Dilovan Feda, Tolhildan Sine û Rojhat ên 7’ê Îlonê şehîd bûn û Huseyîn Penahî, Zanyar Moradî û Lokman Moradî yên ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin, li paytexta Swêd Stockholmê hatin bîranîn.
Civîna bîranînê ku ji aliyê Komîteya Stockholmê ya PJAK’ê ve hate organîzekirin, bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşê dest pê kir. Tevî Kurdan, welatiyên Îranî, Belûcî û Ereb jî tevlî bîranînê bûn. Daxuyaniya KODAR’ê ji aliyê Dayî Haver ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku zext û êrîşên dewleta Îranê yên li dijî Kurdan û kedkarên Îranê mehên dawî zêde bûne. Işaret bi girîngiya têkoşîna hevpar a hemû rêxistin û partiyên li Kurdistanê dixebitin hate kirin. Her wiha soz hate dayin ku ji bo xwedîderketina li bîranîna şehîdan wê têkoşînê geştir bikin.
Bang li hêz û raya giştî ya navneteweyî hate kirin ku li pêşberî îdam û komkujiyên ji aliyê rejîma Îranê ve tên kirin bêdeng nemînin û li ber rejîma Îranê rabin.
Bi navê Partiya Ahvazê Nasser Mohammed jî li civîna bîranînê axivî û diyar kir ku dewleta Îranê xaka wan dagir kiriye û Ereb û Kurd demeke dirêj e li dijî rejîma Îranê ya paşverû têkoşîneke hevpar dikin.
Mohammed kuştin û darvekirina şoreşgerên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve şermezar kir û got, “Em gelekî bi vê diêşin û yên hatine kuştin weke şehîdên xwe dibînin. Ji bo xwedîderketina li bîranîna wan em ê têkoşîna xwe geş bikin û welêt azad bikin.”
Nivîskar Bahram Rahmanî jî bi navê platforma rêxistin û partiyên siyasî yên Îranî axivî û diyar kir ku Kurd û gelên li Îranê li dijî zextan li ber xwe didin.
Rahmanî got, rejîma Îslamî ya Îranê bi darvekirin, komkujî û zextê hewl dide çavê gel bitirsîne, pêşî li berxwedanê bigire û wiha pê daket: “Em ê destekê bidin têkoşîna Kurdan û gelên din a li dijî zext û zordariyê. Emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe li Rojhilata Navîn in. Pêkhatina aştiyê li Rojhilata Navîn bi avakirina konfederalîzma demokratîk dibe.”
Di civîna bîranînê de sînevîzyona ji axaftina Argeş Karzan, Dilovan Feda, Tolhildan Sine û Rojhat hate nîşandan. Helbestvanên Kurd jî helbestên xwe yên li ser şehîdan xwendin. Hunermend Kale Ateşî jî stranên xwe pêşkêş kir û hunera xwe nîşan da.