Sekretera Giştî ya Basta Fransîzka Stîer li ser pergalê tecrîdê ya li Îmraliyê axivî.

Dibêje ji bo azadiya Rêber Apo tevgereke navneteweyî lazim e.

Û bi van gotinan ji bo azadiya Rêber Apo bang dike.

“Tirkiyeyê bi salane li dijî mafên mirovan tevdigere.

Yekitiya Ewropayê, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û gelek saziyên mafên mirovan got; tecrîd li dijî mafên mirovan e.

Lê dawiya wê diyar e, nîqaşkirina mafên mirovan jî tune ye.

Ji ber wê ji bo rakirina tecrîdê û azadiya fizîkî ya Ocalan tevgereke navneteweyî lazim e.”

Fransîzka Stîer a ku tevlî kongreya HEDEP’ê bûbû derbarê wê de jî nêrînên xwe anîn ziman û got;

“Tirkiyeyê dewletek faşîst ava kir.

Em dibînin zexteke çawa li ser parlementerên kurd heye.

Li dijî van, kongreya HEDEP’ê ji bo paqijkirina hemû astengiyan geveke.”

Li ser dirûtiya dewletan a li ser şerê li Rojava û Filîstînê jî Sekretera Giştî ya Basta Fransîzka Stîer ev nirxandin kir.

Şer herî zêde bandorê li ser jin û zarokan dike.

Gelek dewlet bi Israîlê re di piştevaniyê dene û hinek jî bi Fîlîstînê re .

Lê em dibînin kes behsa şerê li Rojava nake.

Lazim e ji bo civakek aştiyane dive em li dijî şer bisekinin.”