Vê sibehê Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Abdulhemûd Hac Derwîş(89) koça dawî kir.
Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê got: “Serkreterê Giştî yê Partiyê yê têkoşer Abdulhemîd Derwîş di saeta 02:00’an berbanga sibeha îro(pêncşemê) 24.10.2019’an de koça dawî kir.
Komîteya Navendî ya Partiyê bi bîr xist ku Hac Derwîş wê li gundê wî Qurmaniyê yê girêdayî bajarê Dirbêsiyê di saeta 10:00’an sibe roja(înê) 25 Cotmehê bê veşartin. Wê karwana oxirkirinê ji pêş Stada 12’ê Adarê ya bajarê Qamişlo, bi rê bikeve.
Komîteya Navendî ya Partiyê îşaret pê kir ku wê merasîma sersaxiyê li bajarê Qamişlo ji îro de 3 rojan li dar bikeve.
Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşverû ya Kurd li Sûriyê Abdulhemîd Derwîş (1930) ji gundê Qurmanî yê girêdayî navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê ya Herêma Cizîrê ye.
Abdulhemîd Hac Derwîş ji damezrînerê tevgera siyasî ya Kurd li Sûriyê ye. Gelek erkên girîng di partî û rêxistinên siyasî de hilgirtin. Li dawiyê ji bo Sekreterê Giştî yê Partiya Demokratî ya Pêşvero ya Kurd li Sûriyê hat hilbijartin