Sekretêrê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Misrê Ehmed Behaedîn Şaban ragihand ku pêngav di dema xwe de hatiye ragihandin.
Bal kişand ser girîngiya pêkanîna azadiya Rêber Apo û got:
Divê birêz Ocalan mîna Nelson Mandela veguhere sembola têkoşînê.
Li ser bandora çalakiyên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Şaban got:
Çalakiyên vê dawiyê yên piştevaniya bi azadiya birêz Ocalan gelekî girîng in.
Piştevaniya cîhanî gelekî pêwîst e.
Ji ber ku desthilata faşîst a li Tirkiyê pir bi zextên navnetewî bi bandor dibe.
Nikare bi dijminahî û binpêkirina azadiya mirovekî wisa ku tenê banga azadiya gelê xwe dike, serî derxe.
Heta radeyeke ev pergala tecrîd û îşkenceyê hatiye tebgavkirin lê êdî dema azadiya birêz Ocalan hatiye û ev nêz e.
Ehmed Behaedîn Şaban diyar kir ku divê Rêber Apo bê berdan û got:
Êdî gel azadiya xwe bi azadiya Rêberê xwe bi birêz Ocakan dibîne.
Gel xwedî yek peyamê ye ew jî bi azadkirina birêz Ocalan êdî wê pirsa Kurd û pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe.
Lewma divê Ocalan bê berdan.
Eger ramanên Ocalan bên pêkanîn wê ji bo çareseriya tevliheviya li herêmê, şer û nakokiyan jî deriyek vebe.