Beşdariya bo kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku 10’ê Cotmeha 2023’yan de Strasbourg û 74 navendan dest pê kir, roj bi roj zêdetir dibe.

Yek ji kesên tev li kampanyayê bûye jî sekreterê giştî yê Tifaqa Evanjelîst a Afrîkaya Başûr (TEASA) Rev Moss Ntlha ye. Têkildarî mijarê ji ajansa Mezopotamya re axivî.

Rev Moss Ntlha paradîgmaya Rêber Abdullah Ocalan wek “bayê jiyanê” pênase dike û dibêje “jiyaneke cuda pêkan e”.

Ntlha diyar dike ji bo vemirandina berxwedan û têkoşîna Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê tecrîdeke giran tê meşandin û dibêje:

“Ev hewlên ji bo vemirandina agirê hêviyê ku Abdullah Ocalan temsîl dike ne. Rejîm hewl dide vê yekê bi du awayan pêk bîne. Ya yekemîn ew e ku wek ferdek îradeya wî bişikîne û wî ji oksîjena civakê bê par bihêle. Ya duyemîn jî, hewldana bêmoralkirina berxwedanê ye.

Lê nikarin vê bikin. Dewlet di serî de pêşengan dikin hedef û hewl didin tevgeran bê bandor bikin. Di têkoşîna gelê Kurd û Ocalan de bi ser neketin, ji ber ku Abdullah Ocalan gel e.”

Rev Moss Ntlha dibêje kampanyaya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelekî girîng e û wiha pê de diçe:

“Em ên ji Afrîkaya Başûr, baş pê dizanin ka ji bo azadiya Nelson Mandela di dema rejîma Apartheid de bangên ji her dera cîhanê dihatin çiqas girîng bûn. Her ku diçe şopa global a kampanyayê geş dibe, ev jî di pêşvebirina rojeva azadiya gelê Kurd û Ocalan de serkeftineke mezin e. Li qada navneteweyî gelekî di rojevê de ye. Mîna Nelson Mandela, azadiya Ocalan dê di warê azadiya gelê Kurd û serkeftina projeya wan a neteweyî de bibe pêngaveke xurt.”

Rev Moss Ntlha gotinên xwe wiha didomîne: “Divê em bêhtir pêşengên olî tev li kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan bikin. Abdullah Ocalan lîderekî siyasî ye ku hem bi nivîsên xwe hem jî bi kiryarên xwe hemû olan derbas dike û ji ber vê yekê di rewşeke wisa de ye ku komên olî yên li gelemperiya Rojhilata Navîn û Afrîkayê dubendiyên xwe hene û ji hev hatine parçekirin, bîne cem hev.”

REV MOSS NTLHA KÎ YE?

Rev Moss Ntlhla sekreterê giştî yê Tifaqa Evanjelîst a Afrîkaya Başûr (TEASA) aktîvîst û keşeyê dêreke li eyaleta Mohlakeng a li bajarê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr e.

Ew hem li Afrîkaya Başûr û hem jî li qada navneteweyî çalakiyên ji bo polîtîkayên raya giştî dike, hem jî bi mijarên bawerî û edaleta sosyo-polîtîk re eleqedar dibe.