Yek ji bangên herî girîng ên meh û salên derbasbûyî li ser ‘yekîtiya neteweyî ya Kurd’ e. PDK û alîgirên wê ne di nav de, hemû partî, sazî û kesayetên Kurd timî vê bangê dikin. Bi taybetî her ku pirsgirêkên aborî û siyasî dikevin rojevê, weke rêya herî hêsan a çareseriyê îşaret bi ‘yekîtiya neteweyî’ tê kirin.