Sekreterê Giştî yê DEDEF’ê Hasan Şen got ji bo hinan Mescîd-î Aksa îbadetxaneyeke çawa be ji bo Dersimiyan jî Çavikên Mûnzirê wiha ye.

Sekreterê Giştî yê DEDEF’ê Hasan Şen got yekrengkirina bi Komkujiya Dersimê dihate armanckirin niha tê xwestin ku li ser mekanên baweriyê were kirin.

Dewleta Tirk li ser sirûşta Kurdistanê bi rengekî sîstematîk polîtîkaya qirkirinê rê ve dibe. Niha jî dewleta Tirk Çavikên Mûnzirê kiriye hedefa xwe. Mûnzir Baba ku 2003’yan Bi Asta yekê li gel ku weke Qada Sîtê ya Sirûştî hate ragihandin jî bi navê projeya peyzajê tê xwestin ku were talankirin û xirakirin. Sekreterê Giştîyê Federasyona Komaleyên Dersimê (DEDEF) Hastan Şen ji ANF’ê re axivî û got ew biryardar in ku destûra vê talanê nedin.

SERKEHNÎYA ELEWÎTIYÊ YE

Şen got Mûnzir Baba hem ji bo Elewîtiya Anatoliyê û hem ji bo Elewîtiya Qizilbaş serkehnî ye û girîngiya çavikan a ji bo Dersimiyan wiha anî ser zimên: ”Mescîd-î Aksa ji bo hinan çawa îbadetxane be Çavikên Mûnzirê jî ji bo me îbadetxane ne. Ji bo me îbadet ne tenê li nav çar dîwaran tê kirin, parastin sirûştê, darekê jî îbadet e.”

Şen got Çavikên Mûnzirê li cihê herî bilind ê hewzaya Firatê ye, ava ku ji wir diherike ji Dersimê heta bi Anatoliyê, ji Sûriyê heta bi Iraqê, Kuweytê û ji wir diçe Kendava Basrayê. Şen got, ”Masiyê li Kendava Basrayê heqê xwe ji wê avê heye, heqê pevkoviyan jî yê li serê Çavikên Mûnzirê heqê xwe li ser wê avê heye” û diyar kir divê her kes li gorî vê tevbigere.

BERDEWAMIYA KOMKUJIYA DERSIMÊ YE

Şen diyar kir armanca sereke ya projeya peyzajê ew e ku gelê Dersimê ji bawerî û koka wê were qutkirin, çawa ku her tişt kirine yek reng dixwazin ku baweriyê jî bikin yek reng. Şen got dixwazin her kes weke wan bijî û weke wan bifikire, di serê wan de civakeke wiha heye û domand, ”1938’an tişta ku li Dersimê xwestin bikin ev bû. Wê demê bi qirkirinê xwestin vê bikin, niha jî bi guherandina cihê baweriyê, bi veguherandina vê dixwazin vê bikni. Dixwazin cihê dehîyên me, ku em li wir tiştekî dikin dilê xwe, cihê me yê pîroz dixwazin bi navê peyzajê bikin cihê bazirganiyê.”

EV PROJE NE BI DILÊ ME YE

Şen herî dawî got ,”Cografyaya Dersimê ya bidilbûnê ye. Ev proje ne bi dilê me ye. Em ê destûra vê nedin û berdêla wê çi dibe bila bibe ji bo ku em vê projeyê asteng bikin tişta ku ji dest me tê em ê bikin.”