Komek ji senatorên Emerîkî nameyek ji Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo re şandin û xwestin, li dijî dewleta Tirk tavilê pêkanînên aborî bên ferzkirin.
Tevî Senatorên Komarger Lîndsey Graham û Marsha Blackbûrn, Senatorên Demokrat Chrîs Van Hollen, Rîchard Blûmenthal û Jeanne Shaheen ji Wezîrê Karên Derve Mîke Pompeo re nameyeke hevpar şandin.
Mijara nameyê Tirkiye ye. Senatoran xwestin agahî ji wan re bên pêşkêşkirin ku Tirkiye li Sûriyeyê agirbestê binpê dike yan na.
Heman senatoran xwestin, eger binpêkirin hatibe kirin wê demê sivê ew jî bi tundî pêkanînan li Tirkiyeyê ferz bikin.
Senatoran gotin, “Li gorî rewşa heyî nabe ku em dereng bimînin” û anî ziman ku dewleta Tirk peymana herêma ewle binpê kiriye û êrîşî Kurdên li Til Temirê kiriye.
Di nameyê de hate gotin, “Tê gotin ku Tirk an jî hêzên leşkerî yên pişta xwe didin Tirkiyeyê êrîşî Kurdên Sûriyeyî yên li nêzî Til Temirê kirine. Eger ev rast be wê demê tê wê wateyê ku Enqereyê peymanên agirbestê yên bi Moskowa û Washîngtonê re mohr kiriye binpê dike.”
Senatoran bi bîr xistin ku Serokê DYE’yê Donald Trump gotiye, eger Tirkiye berpirsyariyên xwe pêk nîne wê aboriya Tirkiyeyê têk bibin û gotin, “Ji ber vê yekê em ji rêveberiyê hêvî dikin ku ji bo pêkanîna peymana 17’ê Cotmehê pêkanînên aborî yên lezgîn ferz bike.”