Li Îngilistanê doh civîna Kongreya Sendîkayan pêk hat. Çalakiya piştevaniya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mohra xwe li civînê xist.
Kongre li bajarê Brîghton ê Îngilistanê pêk hat. Nûnerên sendîkayan di dema kongreyê de posterên bi nivîsa “Azadî ji Ocalan re” bi hev re hildan û nîşan dan ku ew piştevaniya gelê Kurd dikin.
Saziyê heman peyam li twîtterê jî parve kir.