Ji mezintirîn sendîkayên Îngilistanê UNITE û GMB Newhamê îlanek dan rojnameya Recorderê û gotin, “Dem hatiye ku dawî li tecrîda li derveyî mirovahiyê û dîlgirtina 20 salan a Abdullah Ocalan bê anîn.”
Ji mezintirîn sendîkayên karkeran ên Îngilistanê UNITE û GMB’ê di çarçoveya kampanya “Azadî ji Abdullah Ocalan re” îlanek dan rojnameya herî girîng a herêma Newhamê, Newham Recorderê.
Sendîkayên Unite the Union (UNITE), GMB, USDAW, CWU, FBU, NEU ku bi milyonan karkerên rêxistinbûyî temsîl dikin, Meclîsa Gelê Kurd û ‘Freedom for Ocalan Campaign’ê mohra xwe danîn binê îlanê. Îlan bi sernavê “Azadî ji bo Abdullah Ocalan, aştî ji bo Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê” hate weşandin.
Di îlanê de ji bo bidawîkirina rijandina xwînê ya li Rojhilata Navîn bang li civaka navneteweyî hate kirin ku bikeve nava liv û tevgerê û wiha hate gotin, “Bi qasî civaka Kurd kesî li vê herêmê ewqasî êş nekişand. Civaka Kurd bi hewldanên lehengî li qadê di şer de DAÎŞ têk bir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jiyaneke nû û avaniyeke civakî ava dikin. Civaka Kurd gelek caran xwestiye ku çareseriyeke bi danûstandinên aştiyane bêne kirin. Li gel van hewldanan hemûyan jî leşkerên Tirk û çeteyên hevalbendên wan êrişî Kurdan dikin û komkujiyan dikin. Cîhan jî tenê lê temaşe dike. Di navbera salên 2013-15’an de pêvajoya aştiyê ya navbera dewleta Tirk û lîderê polîtîk ê Kurdan ê dîlgirtî Abdullah Ocalan de dihate meşandin, ji aliyê Erdogan ve hate têkbirin. Ji bo tundî û rijandina xwînê, ev pêvajo ji aliyê Erdogan ve hate bidawîkirin. Dem hatiye ku mirov êdî li ber vê rêveçûnê rabin. Dema vegera li pêvajoyeke nû ya aştiyê hatiye.”
‘DEMA WÊ YE’
Di îlanê de hate ragihandin ku dem hatiye dawî li tecrîda li derveyî mirovahiyê û dîlgirtina 20 salan a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê anîn û hate gotin, “Dem hatiye ku Abdullah Ocalan karibe di anîna aştiyê de rola xwe ya bingehîn pêk bîne. Ji bo deriyên li aştiyê hatine girtin bên vekirin, divê di çarçoveya kampanya ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ lîderên polîtîk, civaka sivîl û raya giştî ya navneteweyî bikevin nava liv û tevgerê. Bêyî ku dereng bimîne divê tevbigerin.”
Di dewama îlanê de ji her kesî hate xwestin ku li dora çar daxwazên girîng li hev bicivin.
Daxwaz wiha ne:
* Tecrîd û îzolasyona li ser Abdullah Ocalan tavilê bi dawî bikin.
* Lîderê Kurd ê girtî Abdullah Ocalan tavilê berdin. Dawî li polîtîkaya zext û tepisandinê ya li ser muxalefetê bînin.
* Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirk berdin.
* Operasyonên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Iraqê bi dawî bînin. Bi piştgirî û hewldanên navneteweyî piştevaniya pêvajoyeke nû ya aştiyê bikin.