Sendîkayên Îtalyayê COBAS, CUB û UNICOBAS tevlî kampanya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn û name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.
Sendîkayên Îtalyayê COBAS, CUB û UNICOBAS, piştgirî dan kampanyaya ‘Dem hatiye, azadî ji bo Ocalan, aştî û edalet ji bo Tirkiyeyê’, ku ji aliyê Însiyatîfa ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re’ hatiye destpêkirin û name ji Neteweyên Yekbûyî re şandin.
Di nameyê de hate bibîrxistin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an bi komployeke navneteweyî radestî dewleta Tirk hate kirin û ji hingî ve di nava tecrîdeke giran de ye. Di nameya sendîkayan de wiha hate gotin, “22 sal derbas bûn û mîna mexdûriyetên hatin serê Nelson Mandela, Abdullah Ocalan di nava şert û mercên nemirovî de tê hiştin.
Ocalan rêya demokrasî û aştiya li Tirkiye, Sûriye û tevahiya Rojhilata Navîn nîşanî gelê xwe da û ti carî dest ji vê hewldana xwe berneda. Têgihiştina metna ‘Konfederalîzma demokratîk’ û pêşdîtina wî vê yekê radixe pêş çavan. Mixabin guh nadin wî, rejîma Tirk û Erdogan ê dîktator, Tirkiye kirine girtîgeh û leşkergeh. Redkirina mafên mirovî û siyasî, krîza aborî-civakî û xizaniya li qadên bejahî ji aliyê rejîma Tirk a dest bi xwîn ve tên veşartin.
Li gel dagirkirina xaka Kurd, Êzidî, Ereb û Xiristiyan li Sûriye û Iraqê, şer û şîna li Lîbya û Kafkasyayê, her wiha gefên li ser Derya Spî û Ewropayê jî dewam dikin. Ewropa ku hîn jî li ser çekan û koçberan bazariyê bi Erdogan ê faşîst re dike, ji bo azadiya Ocalan tiliya xwe jî nalivîne, guh nade mafên mirovan ku bi xwe ragihandiye.”
‘NETEWEYÊN YEKBÛYÎ JI BO AŞTÎ Û EDALETÊ DIVÊ BIBE NAVBEYNKAR’
COBAS, CUB û UNICOBAS di nameya xwe de bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku weke mînaka Nelson Mandela ya li EfrÎkaya Başûr, ji bo aştî û edaletê bi rola ‘navbeynkariyê’ rabe û wiha dewam kirin, “Hikumeta Îtalya bi xwe jî bi têkiliyên gelekî qirêj ên di mijara têkoşîna li dijî şer û mafên mirovan re eleqedar e (firotina çekên li dijî qanûnan a ji bo welatên di nava şer de ye).
Di vê dema trajîk de ku şewbê jiyan li milyonan kesî herimandiye, birçî hiştiye, bi taybetî jî mirovên girtî yên bêparastin bandoreke giran kiriye, li tevahiya cîhanê bi de hezaran mirov bi daxwazname û kampanyayan tevlî seferberiya rizgariya Ocalan dibin.
Em sendîkayên ku ji bo aştî û demokrasiya li Tirkiye, Sûriye, Rojhilata Navîn û Rojava heta niha gelekî hewl dane û timî li qadê bûn, piştgiriyê didin kar û bangên ji bo kampanya navneteweyî ya bi navê ‘Dem dema wê ye; azadî ji Ocalan re, aştî û edalet ji bo Tirkiyeyê’.”
ANF | Li Başûrê Efrîkayê ‘Kampanya Navneteweyî ya ji bo Azadiya Ocalan’ dest pê kir (anfkurdi.com)
