Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Zerdeşt Şengalî diyar kir ku wê di demek nêz de mizgîniya radestkirina herêmên din ên Şengalê yê hatine rizgarkirin bidin gelê xwe. Şengalî eşkere kir ku radestkirina Tilezêr û Sîba Şêx Xidirê bi biriyara Odeya Çalakiyan a Nînowa pêk hatiye.

Hêzên Heşdî Şebî 16’ê Cotmehê gundê Tilezêr ê Şengalê radestî Meclîsa Xweser a Şengal û Asayîşa Êzîdxaneyê kiribûn, duh jî bi daxuyaniyeke fermî gundê Sîba Şêx Xidir ê Şengalê jî radestî Meclîsa Xweser a Şengal û YBŞ’ê hate kirin

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî li ser mijarê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got; “Radestkirina van herêmên başûrê Şengalê ku ji aliyê Heşda Şebî ve radestî hêzên me û Meclîsa Xweser a Şengal hatin kirin, bi bir yara Odeya Çalakiyên Nînova pêk hat. Em wek hêzek fermî ya bi ser hikûmeta Iraqê radestî me û Hêzên Asayîşa Êzidxanê hatiye kirin.”

Şengalî bi bîrxist ku piştî Tilezêrê, gundê Sîba Şêx Xidir jî hatiye destkirin û wiha pêde çû; “Gundê Sîba Şêx Xidir gundekî, di dema fermanê de berxwedaniyek mezin lê hate kirin. Şehîd dan, ji bo ku DAIŞ nekevitê. Ji bo ve stratejîya vî gundî bi berxwedana wan şehîdan mezin dibe.”

Şengalî bal kişand ser kêfxweşiya gel û şerwanan û got; “Bi kêfxweşiya gelê van gundan û şervana hestekî ji nû ve vegera gel dide diyar kirin.”

Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Zerdeşt Şengalî da zanîn ku weke hêzên YBŞ’ê ew ji beşdarî rizgarkirina wan gundan bibûn û wiha anî ziman; ” Gundê Sîba Şêx Xidir hate rizgarkirin. Di rizgarkirina gund de hevalê me Şervan şehîd bû û 6 hevalên me birîndar bibûn.”

Şengalî herî dawî diyar kir ku wê di demek nêz de mizginiya radestkirina gund û navçeyên din bidin gelê xwe.