Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şengoglu ji bo ku tecrida li Imraliyê were şikandin banga tevlêbûna li Newrozê kir.
Newroza îsal li Stenbolê 20’ê Adarê, saet 11:00’an wê li Meydana Yenîkapiyê were pîrozkirin.
Hevberdevkê HDK’ê Sedat Şengolu ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were şikandin bang li her kesî kir ku werin Meydana Yenîkapiyê.
Şenoglu got,”Di serî de li ser gelê Kurd, êrîş li ser hêzên demokrasî û azadiyê yên li Tirkiyê heye. Ya ku vê tarîf dike jî tecrîd e. Ev êrîş encamên rejîma tecrîdê ne” û bi domdarî wiha got:
”Ji bo tecrîd were şikandin îsal Newroz bi dirûşma, ”Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin” hate ragihandin. Ev dirûşm li mane û giringiya dîrokî tê. Em herî pir hewce ne ku tecrîdê bişkînin. Divê em vîneke ku tecrîdê bişkîne derxînn holê. Hewceyî bi dadê heye û divê ev bi cih were.”
Şengolu herî dawî got, ”Hewcehiya me bi agir û berxwedana Newrozê heye. Em dixwazin vê bi cih bînin. Ya ku wê tarîtiya li Tirkiyê bi dawî bike Newroz e. Em bawer dikin gelên Kurdistanê û Tirkiyê li dijî vê rejîma zilm wê li qadên Newrozê bersivê bidin” û bang li her kesî kir ku li Newrozê hazir bin, got, ”Bila peyama me ya li Yenîkapiyê bigihije her kesî. Ji bo ku em tecrîdê bişkînin em biherin qadên Newrozê.”