Şêniyên Dirbesiyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk daketin qadan û nerazîbûn nîşanî Serokê DYE’yê Trump da ku Serokkomarê Tirk ê ku sûcên şer kiriye û piştgiriyê dide DAÎŞ’ê kiriye mêvanê xwe.
Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her roj xwepêşandanên girseyî dikin û piştgiriyê didin zarokên xwe yên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin. Şêniyên Dirbesiyê jî bi hemû pêkhateyên xwe daketin qadan û hem dagirkeriya dewleta Tirk hem jî bazariya qirêj a navbera DYE û Tirkiyeyê şermezar kirin.
Hin ji beşdarên çalakiyê ji ANF’ê re axivîn. Hamdiye Aliye Dawid ku kurekî wê li eniyê ye û keçeke wê jî li nava refên azadiyê ye, destnîşan kir ku ew qebûl nakin ku Erdogan weke ‘mirovekî rêzdar ê dewletê’ li Emerîkayê bê pêşwazîkirin. Dwîd got, “Em bi şehîdên xwe, bi zarokên xwe û şervanên xwe re ne. Erdogan wê rûreş be.”
Fadil Hesan Mihammed jî bi bîr xist ku zêdeyî meheke êrişên dagirkeriyê didomin û got, “Em gelekî ku 12 hezar şehîdên xwe hene û heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê bi hêzên xwe re bin, em ê bi şehîdên xwe re bin.”
Nesrîn Mele Saîd jî dayikeke ku du zarokên wê li eniya berxwedanê ne. Bal kişand ser bêsînoriya dijminatiya Erdogan a li Kurdan û got, “Malên me talan dikin, mirovên me etil dikin. Ji dewletên dinyayê hêzê werdigire ku tenê li wî temaşe dikin. Bi xwîna zarokên me diçe gel Trump. Heta ku Kurdekî bi tenê jî bimîne em ê li ber xwe bidin.”
Abdulbaqî Abdurrahman ji vexwendina Erdogan a li Washîngtonê bi hêrse û got, “Hevdîtina ku Erdogan û Trump kirin hevdîtineke qirêje. Dixwazin me ji xaka me bidin koçberkirin. Xak a me ye û em ê serê xwe li ber êrişan netewînin.”
