Îro bi sedan şêniyên navçeya Dirbêsiyê cenazeyên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Qeyis Kîşa (Dewran Dirbêsiyê) û şervanê YPG`ê Hisên Mehmûd (Hogir Dirbêsiyê) dema ku beşdarî Şerê Tunekirina Terorê li Dêrazorê bûbûn, şehîd bûbûn. Her du şehîd li Goristana Rustem Cûdî li gundê Berkevirê oxir kirin.

Karwaneke erebeyan ji pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê bi beşdarbûna bi sedan şêniyan û endamên saziyên sivîl û fermandarên YPG`ê û YPJ`ê bi rê ketin. Bi gihaştina goristanê re, şervanên YPG`ê her du têkoşer li ser milê xwe kirin û bi dirûşmeyan danîn ser dika goristanê.

Merasîma oxirkirinê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Hesen Ibêd axivî û wiha got: “Em ê li ser soza xwe ku me dabû şehîdan bin û armancên wan pêk bînin.” Ibêd got: “Şehîdan ji canê xwe pira azadiyê ava kirin û jiyaneke azad ji bo gelê xwe ava kirin.”

Li aliyekî din fermandarê YPG`ê Agirî Jînda axivî û destnîşan kir ku bi şehîdbûna her endamekî ew soza xwe nû dikin. Jînda wiha got: “Di demeke nêz de ew ê herêmên Dêrazorê mîna herêmên din ku me rizgar kirine, ji destê terorê derxin, hemû destkeftî bi saya qehremanan in.”

Paşê li ser navê malbata şehîd Dewran birayê wî ku şervanê YPG`ê ye Imar Kîşa û bi navê malbata şehîd Hogir Ferhan Mehmûd axivîn û soza şopandina rêya şehîdan nû kirin. Piştî ku axaftin bi dawî bûn, mamoste Wêran Hîras nasnameya şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin.

Di nava dirûşmeyan her du şehîd spartin axê.