Sedan şêniyên herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê di bin konê mertalên zindî de kiryarên Tirkiyê derheqê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û daxwaza ji navneteweyî kirin ku parastin sînorê herêmê bikin.
Di berdewama gefên Tirkiyê ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re, îro çalakiyên mertalên zindî ser sînorê rojavayê bajarê Serêkaniyê derbasî roja xwe ya 15`an bû.
Di çalakiyên îro piştî şêniyên Dêrik û Girkê Legê, şêniyên herêma Serêkaniyê dewr girtin.
Şêniyên Serêkaniyê ji meşekê ji pêşiya qûsê Til Helef a li rojavayê bajêr heta konê çalakiyê ya li ser sînorê bajarê Serêkaniyê û bi dirûşmeya silavkirina berxwedana QSD`ê, dest bi çalakiyên kon kirin.
Li konê çalakiyê, bi navê meclisa navçeya Serêkaniyê Ferec Qido axivî û wiha got: “Em bejna xwe li hember her kesê beşdarî çalakiyên mertalên zindî bû, ditewînin.”
Qido teqez kir ku careke din beşdarî çalakiyên mertalên zindî bûn, da ku li pêşiya dijminê gelên herêmê bisekinin û diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê nikare xiyal û armancên xwe pêk bîne ji ber gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên wê dê wek mertal dijî dagirker bisekinin.
Her wiha endama Kongreya Star Selwa Ehmed teqez kir ku ew wek tevgera jin wek mertalên zindî disekinin û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin da ku parastina destkeftiyên xwe dijî dagirkeriya Tirkiyê bikin.
Çalakiyên mertalên zindî bi pêşwaziya şand û kesayetên saziyên sivîl û rêxistinên siyasî didome.
ANHA


